Çarşem, 14 gulan 2008 Hûn bi xêr hatin malpera Silîvan
Malper
Bitikînin DÎROK
Bitikînin ZIMAN
Bitikînin EDEBIYAT
Bitikînin JIYANA CIVAKÎ
Bitikînin CEJN Û ŞAHÎ
Bitikînin AVASAZÎ
Bitikînin ABORÎ
Bitikînin XWENDIN
Bitikînin REWŞENBÎRÎ
Bitikînin DÎN Û BAWERÎ
Bitikînin PIRTÛKNASÎ
Bitikînin STRANÊN FARQÎNÊ
Bitikînin ŞI'R
Bitikînin FOTO
Bitikînin SPOR

Silivan

Çapbike Çap bike Çapbike
ŞI'R  


4 şi'r ji Rojen Barnas

Ev her 4 şi'iran bi formata PDF


[Min navê xwe kola..] [Rojbaş Roza] ! [Ev Keleh...!] [Mixabin Mihemed Elî]


ROJBAŞ ROZA !


Rojbaş 
Beyanî be xêr 
Ez û tu 
Bi çivîk-firê 
Sê hezar kîlometre ji hevdû dûr 
Lê, bi giyanî 
Ji canê hev ji hev re nêziktir in.

Dengê min nagihîje te, dizanim 
Di vê berdestî sibê 
Di xewka şîrîn 
Pêjnê 
Hilîne 
Ku bibêjime: 
Di xewnê de rojbaş 
Di xeyalê de beyanî be xêr.  
 
Bi nermî çavên xwe veke 
Tevzî li ser tavzîyê bi şîranî 
Belav ke li canê xwe 
Û bi giranî 
Bi bîr bîne ku 
Ev herikîna pêlên pêjnîn 
Di ser bej û derya de 
Bi milmilîn 
Bi axîn 
Derketiye. 

Ev ne no-nûçe ye, metirse 
Ev ragihîn 
Ev dazanîn e, ji dilê min ve 
Dilê min 
Kaniya agir 
Dilê min 
Kevanê evîn.  

Xarîta dinyayê veke li ber xwe 
Li hêla bakurîn binihêre 
Tê bibînî 
Bejekî 
Ku mîna nikulekî kêrr 
Serejêrî atlantîkê biye 
Serî, 
Ji derya qeşemê gewr 
Û dilê wê 
Ji bêriya rojê dixewire 
A... 
      ha ! 
Li wir e, 
Hêlîna tenyayiya dilê min.  

Gul li şaxê 
Kulîlk di guliyê xwe de geştir e. 
Ku ji avê derkeve 
Masî dimire 
Rast e, 
Meriv meriv gotiye 
Masî jî masî... 
Em, 
Ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk 
- Bi çavek xwas 
Gava lê bê nihêrtin- 
Lê em jî 
Ji hêlîna xwe ya çande-civakî 
Ku dûrkevin 
Ji wan gelek 
Ne teveltirin.  

Ez, 
Ne şaxa hewrê 
Ne şiva mêwê me 
Ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve 
Ji nû ve reh berdim di axê de.  

Tu wisa 
Bi çavekî xwas 
Bi mantiqekî rût 
Li sinê min menihêre. 
Heriya min, 
Di teşta çandekî mêjûyî de 
Bi hezar salan 
Hatiye hevîrkirin 
Û ez hatime patin 
Di hêtûna 
Netewe-bûyîna 
                gelekî 
                      kevintirîn 
Û ez 
Ji Zerduşt pîrtir 
Ji sedsaleya xwe 
Hêşîntirîn.  
 
Biyanîtî dijwar e, Roza 
Biyanîtî, 
Kabûsekî har e, di ser sînga meriv de 
Û tenêyî 
Mîna dilopekî xwas 
Li Okyanûsa Mezin 
Bi serê xwe: 
Bê windabûn, 
Bê fetisîn 
Jiyîn...  

Ey tîhna di nav pêlên xwînê de! 
Meqerime 
Meqerise 
Raneweste weşekî 
Bifûre 
Bikele 
Meawiqînê gera xwe 
Haya te 
Ji te 
Hebe. 

Bo welatê xwe, ji welat dûr im 
Bo welatê xwe cêlî û tenya 
Bo welatê xwe, 
Li van deveran tengezar im.  
 
Ey olana heyvê 
Ku niha 
Leylana wê li Diclê 
Li Firatê diîse 
An mîna keçperiyek dileyize 
Li ser deryaça Wanê 
Û ey kevirên reşî Amedê 
Ku niha 
Li ber tava wê dibirise: 
Hûn nizanin ku dilê min 
Çawa bi we ve ye, 
Bi bêriya we çawa davêje 
Çawa dimerise 
Ji weşê carek.  
  
Rozayê! 
Xweşkokê 
Şîrînê 
Hişazayê 
Li pêş vêna min ronahî 
Di şêna min de, serketina li xwezayê 
Lê, 
Bûka yekşevîn 
Ku tevî zavê ranezayê: 
Ramîse ji ber min ve 
Bi çavên xwe î kesk î belek 
Stêrkên me 
Yek bi yek 
Û derkeve pêrgîna Rojê 
Bi sariya sibê 
Bibêje :  

- Ey dostê min î rabirdû 
Mefera pêşbîra me! 
Tê kengê bibişirî ji me re ? 
Kengê bi me re 
Derkevî serketinê ?  

Roza! 
Dilmiza, evîna min 
Xweşî şahî bo te 
Rojbaş 
Beyanî be xêr.

© Rojen Barnas, Heyv li Esmanê Diyarbekirê, Invandrarförlaget, Borås, 1983, r. 47-58
Edîtor: Cahit Gemici Webmaster: Salih
Copyright © Silîvan 2005 . Hemû maf parastî ne