|
Mixabin Mihemed Elî,
Wekî ku tu zinê xwe li bizinê kî ;
Tu bi lez mirî, û çûy ji nav me
Bêy ku tu me hînî zirnê kî.
Li dengê zirna te ya zer ;
Kal û xort,
Mêr û jin,
Bajarek dihêwirî seranser
Gava ku
Li dengê şex çend sofî,
Li dengê axê çend xulam,
Li dengê siyasiyan çend riwal
Bi erêna xwe dikişandin.
Xwe ne dişêandin
Nedihatin li dengê min, ku :
Mirîşk çav bi lext,
Ker çav bi giya,
Se çav bi hestî
Û yar
çav bi diyariya neketa
di destê min.
Ev çi mezinahî bû bi te re ?
Ev çi jîrîtî bû, çi şarezayî ?
Em nikarin du kesan bînin cem hev
Te bajarek digihand hev bi hêsayî.
Ka bêje Mihemed Elî,
Tu bi helawa çarşiyê û nanê firnê kî !
Malmîrato ma ne şerm bû tu mirî ?
Bêy ku tu me jî hînî zirnê kî.
© Rojen Barnas, Milkê Evînê, Weşanên Nûdem, Järfälla, 1995, r. 56-57.
|