Çarşem, 14 gulan 2008 Hûn bi xêr hatin malpera Silîvan
Malper
Bitikînin DÎROK
Bitikînin ZIMAN
Bitikînin EDEBIYAT
Bitikînin JIYANA CIVAKÎ
Bitikînin CEJN Û ŞAHÎ
Bitikînin AVASAZÎ
Bitikînin ABORÎ
Bitikînin XWENDIN
Bitikînin REWŞENBÎRÎ
Bitikînin DÎN Û BAWERÎ
Bitikînin PIRTÛKNASÎ
Bitikînin STRANÊN FARQÎNÊ
Bitikînin ŞI'R
Bitikînin FOTO
Bitikînin SPOR

Silivan

Çapbike Çap bike Çapbike
ŞI'R  


4 şi'r ji Rojen Barnas

Ev her 4 şi'iran bi formata PDF


[Min navê xwe kola..] [Rojbaş Roza] ! [Ev Keleh...!] [Mixabin Mihemed Elî]


EV KELEH, KELEHA
MEYAFARQÎNÊ !

— ji çirayên ketî, yên ronahî û azadiyê re —                    

Ev keleh, keleha Meyafarqînê ! Ne kitêb salix didin, ne tarîx Ku kê çêkiriye û kengê. Lê malavayê endazer endazê wê Wek nexşê destkariya keçeke bengî Honandiyê ji xewnê, ji hêvî û xeyalan Ji dilê sotî Kêşaye bi rastekê, Bi pergal û mêzînê. Û hosta Hîmê wê bi dilovanî Daniye li ser xerca evînê. Martyropolis, Tigranokerta, Meyafariqîn Û îro jî Şarê Silîva Ev keleh, keleha Meyafarqînê ! Gava Roja me derdikeve ji hêla Zêwetirkê Berê xwe dide birca Zembîlfiroş Birc û barûyên hêkerengî Şewqa wê davêje Kevanê Qîrê di rasera girê di Tilmînê. Di şevên şevereş de ji dûrî ve diçilwile Ku meriv li rê be an rêwî be Winda nebe Da bikare xwe bighînê. Ev keleh, keleha Meyafarqînê ! Serbajarê Dîkran û Badê Dostik Ku Qabîl û Habîl hevhez li vê der Û ehlên cî Fileh û misilman digel hev Olperest û hişaza di nav hev de Di şahî û di şînê Jîn heta demekê bi hezarên salan Dûr bûn ji fikara bêbextiyê, Neyartiyê, Xeyb û nefrînê. Ev keleh, keleha Meyafarqînê ! Têr nabim ji temaşa Tavehîva çardeşevî li raserê spîndara Li biniya kanya Xulo Li tanga aşa. Û têr nabim Ji seyranê, Ji dînê, Ji hêla Çemê Hesenbegê Liserê van kaşa... Û dil şabaşa şahiyê dike Gava keç û bûk derdikevin çixariyê d' seré gulanan Li Kanya Navîn, li Kanya Mezin Şahî û stran û dîlan bi gerdûnê dikeve Hunê bêjin qey Badê Dostik Ji Narikê, ji Elbatê dê niha bê Û ew jî çûne pêrgînê. Ev keleh, keleha Meyafarqînê ! Di xew re çûm gava din Di temaşê de, Li vê derê, li ber şikefta Kerîm Li pozê rasta Circîs pêxember Min xewnek bi ecêb dît Kes ji we tune gelo xewna min bigerîne Li ser xêrê, Bi şahiyê, Mizgînê. Peşkek peşkilî ji nişka ve Peşka Habîl û Qabîl ya nebixêr : Dest derdiketin Bê laş... Ne serî xuya bûn, ne pê Dest derdiketin ji rojava Mil li Stembolê, serî l' Enqerê Geremolek raweşî û belav bû Tariyek kumişî bi ser bajêr de Mirov diketin wek kulî Ku kevir û berên di kolanan Ji ber wan Bûn çavîkên mina devên birînê Û bajar Gêra Bi gola xwînê. Pîrhevokek nependî tevnê dihonand Ji hevdayên bêbextiyê, Şîrêza kînê. Ev keleh, kekha Meyafarqînê ! Wer riwayet dibe j' pîrê tarîxê: "Ku heft car ji binî xopan Bûye bi destê tarîperestan Lê heft car ava biye ji nû va." Lê mixabin îro, dîsa ew hal Ew babelîska bi reş, ew tofan, bela Ji nû ve diaxibe wek brinek kevn Ne ya îroyîn e, ya ji mêj va. Lêbelê, îro li bajarê Silîva Dayik bi rik çok didin erdê Peymana wan heye pê ra Da guhdaran zêde bikin li stranên Xecê û Siyamend Zembîlfroş Û zeriya Gul Xatûnê. Û nehêlin çira zenûn be ; Li hêviyê, Li xweziyê, Li jînê.

© Rojen Barnas, Milkê Evînê, Weşanên Nûdem, Järfälla, 1995, r. 20-23.
Edîtor: Cahit Gemici Webmaster: Salih
Copyright © Silîvan 2005 . Hemû maf parastî ne