|
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk
Li esmana stûxwar,
Gava ku
ney û blûr û tembûr
Û dehol û zirna
sar
bûn.
Û cobar
Ne dixuşin di nivînên xwe de seraser
Sosin û beybûn û rihan
Ne d'bişkifin di bûtikê de.
Tariyên giran
Tûj û kûr
Bi zûrezûr û bi orîneke jakaw
Bê fikare,
bê paxav
dihelişî
dikumişî
li ser welatê min.
Bi giyanek pola
Min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Wek babelîsk
Wek moraz
Wek bagerek gurr
Min eniya têkoşînê vekir
Min di eniyek de şer kir
li hember xwînxwara
Bi dilawerî
Bi bîrûbawerî
Min têkoşîn û berberî
kir
Û
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez welatparêz im,
Ez mirovperwer im,
Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn
Şêx Seîdê kal,
Bijîşk Fuad im
Ez Bavê Tûjo me lo !...
Şoreşger im.
Min navê xwe kola,
li bircên Diyarbekir
Dema şefaq da
di Sîpan de
Dema ku lêvên esmên
Di singa Sîpan de sor dikir
bi beşerûkî.
Ez,
Di deriyê Niştîmanî de ketim hundir
Min,
Deriyê Neteweyî bi zerzenga xemiland
Û li ber Deriyê Serxwebûnî
şer kir.
Bêweç ma bû baxçeyê Deriyê Felatî
Min tê de
Şaxên serbestiyê çikand
Tovê xawêndariyê werkir.
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez Şêx Seîdê kal,
Bijîşk Fuad im
Pêşmergekî bê nav û bê nîşan
Û qevdekî ji pincara welat im.
Ez duh şehîd bûm
Îro, nûhat im.
© Rojen Barnas, Li Bandeva Spêde, Weşanên Tirêj, İzmir, 1979, r. 11-13
|