Çarşem, 14 gulan 2008 Hûn bi xêr hatin malpera Silîvan
Malper
Bitikînin DÎROK
Bitikînin ZIMAN
Bitikînin EDEBIYAT
Bitikînin JIYANA CIVAKÎ
Bitikînin CEJN Û ŞAHÎ
Bitikînin AVASAZÎ
Bitikînin ABORÎ
Bitikînin XWENDIN
Bitikînin REWŞENBÎRÎ
Bitikînin DÎN Û BAWERÎ
Bitikînin PIRTÛKNASÎ
Bitikînin STRANÊN FARQÎNÊ
Bitikînin ŞI'R
Bitikînin FOTO
Bitikînin SPOR

Silivan

Çapbike Çap bike Çapbike
Muzîk


Çend hunermendên Farqînî



[Şiyar] [Şêxê zirav] [Cewad] [Farqîn] [Cotkar]


≈≈≈≈ ŞIYAR ≈≈≈≈


Bi navê xwe yî rastî, Celal Sarıkaya, Şiyar di sala 1953yan de li Farqînê hatiye dinê. Ewî xwendina xwe ya bingehî û ya navîn li Farqînê xwendiye. Di sala 1973an de di stranên xwe de navê « kurd » û « Kurdistan » bi kar tîne. Naverok û gotinên Şiyar her li ser van gotinan ne.

Demek di saziyên dewletê de wek karmend kar kir lê ji ber kurdperweriya xwe ew zû ji kar hat avêtin. Ji wê demê pê ve ewî hunermendî ji xwe re kir kar û tenê bi muzîkê ve xwe girê da. Ji ber ku ewî stranên xwe tenê bi kurmanciya bedew belav dikir, gelek caran ji aliyê Dewletê ve hat girtin û bin cav kirin.

Bi cûntaya leskerî ya 12ê îlonê re qedexekirina stran û gotinên kurdî jî hat. Ji ber vê yekê, dema ku gelek hunermendên hemdemên wî bi tirkî stran digotin, ew 6 sal bê deng ma û xeyn ji kurdî nexwest bi tu zimanî bisitire. Ji 1986an ta 1992an bi hezar zehmetiyan car car hin stranên kurdî digotin lê ew jî bi girtin û qedexekirin derbas dibûn.

Di 1992an de Şiyar mecbûr ma dev ji Farqîna xwe ya sêrîn berde û li Swêdê (Stochkolmê) bibe penaber. Dest bi jiyanek zehmet û ji welat dûrketî, di ser de jî di 1998an de bi nxwesîna Kansera pisikê ket û sê salan bi vê nexwesîna bê derman re ser kir.

Şiyar di 22ê nîsana 2001î di saet 8,55 deqîqan de, tevî hesreta Farqînê di dilê xwe de çû ser heqiya Xwedê. Li gor daxwaza dilê wî, li Farqînê li goristana şêxelîlê hat veşartin.


Edîtor: Cahit Gemici Webmaster: Salih
Copyright © Silîvan 2005 . Hemû maf parastî ne