Sêşem, 13 gulan 2008 Hûn bi xêr hatin malpera Silîvan
Malper
Bitikînin DÎROK
Bitikînin ZIMAN
Bitikînin EDEBIYAT
Bitikînin JIYANA CIVAKÎ
Bitikînin CEJN Û ŞAHÎ
Bitikînin AVASAZÎ
Bitikînin ABORÎ
Bitikînin XWENDIN
Bitikînin REWŞENBÎRÎ
Bitikînin DÎN Û BAWERÎ
Bitikînin PIRTÛKNASÎ
Bitikînin STRANÊN FARQÎNÊ
Bitikînin ŞI'R
Bitikînin FOTO
Bitikînin SPOR

Silivan

Çapbike Çap bike Çapbike
Muzîk


Çend hunermendên Farqînî



[Şiyar] [Şêxê zirav] [Cewad] [Farqîn] [Cotkar]


≈≈≈≈ COTKAR ≈≈≈≈

Hun dikarin van MP3an bar bikin ser komputera xwe
  1. Malek wêran
  2. Bejin û bala te
  3. Navê çiyayê me

Ez di sala 1959an de li Habika, gundê Pasûrê (Kulp) hatime dinê. Ji eşîra Hevêdiya me. Di sê saliya min de, ji sedemên mêrkuştinê malbata me hatine Farqînê (paşê diyar bû ku kuştin ji aliyê malbata me de nebuyte, lê em venegeriyan gund).

Di heft saliya xwe de min dest bi dibistanê kir û ta lîseyê xwend, di îmtiyanê unîversîtê de bi ser neketim.

Ji zarokatiya min de dengê min xweş bû, min li dibistanê, li derve û ji mamosteyên xwe re stranan digot, ji ber xweşbûna engê min kêfa mamoteyan ji min re gelek dihat û carna jî ji bo vê yekê min dersan de derbas dikirin. Di sala 1975an de bi Celal re me koma Şiyar danî. Min navî xwe "Cotkar" danî û hunermendê nemir jî "Şiyar" danî. Wê demê gelek rîxistinên kurdan hebûn, em jî "Kawa"cî bûn.

Em diçûn dawetan, li kuderê şahiyek bebûya em diçûn, koma tiyatro û komên folklorê jî hebûn me xebata xwe bi hev re didomand.

Di 1975an de me li ser navê Lîsa Farqînê ji bo zarokên bêkes û feqîr şevekî amade kir, piştî şevê pazndeh kes ji me girtin û bi navê propaganda komunizmê û kurtçîtiyê tamanbar kirin. Mehkeme neh sal berdewam bû, hevalê Siyar ceza girt û dosya me jî piştî çend salên dirêj hat girtin.

Bi hatina darbê re min xwet derkevim derva lê pasport nedane min.

Di salên 1976-1977an de me du kaset çêkir, bi navê Rêyamin ket gundêk hêsîn û Gundo gundo bi alîkariya Siyar. ewî jî ji aliyê xwe ve çar kaset derxist.

Pistî sala 1980î min girtin û birin eskeriyê. Di sala 1985an de ketime imtiyana memûriyê, ev yek jî bê dilê malbatê bû û dawiyê min ji mebûrtiyê îstifa kir.

Ez di sala 1992an de çûme Almanyayê. Di wê salê de rewşa Farqînê gelek ne xweş bû, bi sedan welatparêz dihatine kuştin, min jî tehdît dikirin, telefon diirin, jiyana min di xeterê da bû, ez jî mecbûr mam derketim dervayî welat. Piştî derketina min bi heşt salan ez çûme welat û bi navê "GUlek sor" min kasetek nû çêkir.

Li Almanyayê xetata nûnerî dewam kir û di koma Halîmdener da cîh girt. Salek jî bi koma Yekbûn ra û niha jî bi navê Koma Firat komek me heye.

Bi silav û rêz.
Cotkar




Edîtor: Cahit Gemici Webmaster: Salih
Copyright © Silîvan 2005 . Hemû maf parastî ne