Şemî, 10 gulan 2008 Hûn bi xêr hatin malpera Silîvan
Malper
Bitikînin DÎROK
Bitikînin ZIMAN
Bitikînin EDEBIYAT
Bitikînin JIYANA CIVAKÎ
Bitikînin CEJN Û ŞAHÎ
Bitikînin AVASAZÎ
Bitikînin ABORÎ
Bitikînin XWENDIN
Bitikînin REWŞENBÎRÎ
Bitikînin DÎN Û BAWERÎ
Bitikînin PIRTÛKNASÎ
Bitikînin STRANÊN FARQÎNÊ
Bitikînin ŞI'R
Bitikînin FOTO
Bitikînin SPOR

Silivan

Çapbike Çap bike Çapbike
Dîrok  


Farqîn, Silvan, Silîvan


Farqîn: Farqîn kurtkirina Meyafarqîn/Mafarqîn an Mayyafarqîn e ku navê bajarê di nav kelê de ye. Li rojhilat gundê Qulfayê, li nîvroyê rojhilat Gundêreso an li bakurê rojava Şifqet ji aliyê îdarî ve girêdayê Farqînê bin jî Farqîn nîn in. (Berdewam)

Silvan: Di çaryeka dawîn a 1800 de ku Farqîn bû baregehê qeymeqamiyê, bi tirkî navê "Silvan" lê hate danîn. Silvan dejenere bûyiya navê Silîvan e ku îro bi tenê tirk bi kar tînin û di nivîsên tirkî an fermî de bi kar tê.

Silîvan: Di nav gel de bi piranî "n" ya dawî dikeve û wek Silîva tê bikaranîn; herwekî Bota(n), Xerza(n), Şikaka(n). Silîvan navê yek ji sê federasyonên esîrên kurmancan e: Milan, Zîlan û Silîvan. Ji zozanên xwe yên li Sîpanê Xelatê heta germiyanên xwe yên li rojhilat û bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, lä wanderan danîne û dêmanî bûne. Di danîna alayên Hemîdiyê de seltenet vê taybetiyê daye berçavê xwe û li wê gorê ji Milan Brahîm Paşa, ji Zîlan kor Huseyn Paşa ji Silîvan jî Seyfedîn (Sêvdîn/Sêrdîn) Paşa kiriye pasayê wan herêman. Di wê demê de Farqîn hem biye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Seyfedîn Pasa ku li navçê bi navê Sêrdîn Pasa tê nasîn.

        Mîr Celadet Bedir-Xan di Hawarê de gava giliyê esîrên Botan dike dibêje ku ew eşîr gişt Silîvî ne:

        Eşîra jêliyan, eşîrek ji eşîrên Botan e. Eşîrên Botan sih, sih û pênc eşîr in û bi awayê jêrîn lêk vedibin: Koçer û dêmanî. Koçer jî du bir in: Çoxsor û Şilît. Çoxsor: Mîran, Alikan, Dûdêran, Dawûdiyan, Soran, Garisan, Gergerî. Şilît: Batûyan, Teyan, Xêrkan, Kiçan, Mûseresan. Eşîrên deşta Slopî: Hewêrî, Zêwkî, Spêrtî, Reşikan. Dêmanî: di vî milê avê de: Meman, Hesinan (jêrîn û jorîn), Ebasan, Aliyan. Di wî milê avê de: Berwarî, Erih, Garisan (Koçerên wan jî hene) Welat – Kelhok, Welat – Kêver, Welat – Kilîs, Şûvan, Jêliyan, Dêrsew, Hacî – Aliyan, Keran, Harûnan, Slopiyan, Hacî-Bêra: Şernax, Goyan. Eşîrên Botan tev de silîv in. (1) (min binî xêz kir. R.B.)

Silîvî:
1. Kes, tişt an rêûrêçika ji herêma Silîvan herwekî Siyabend an Siyamendê Silîvî, şalwarê silîvî, çarika silîvî.
2. Awayê kurmanciya herêma Silîvan e ku li rojhilat ji kurmanciya Botan-Hekar-Behdînan û li nîvro û rojava ji ya Milanî û rojavayê Qerejdaxê bi hin awayan vediqete.

Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de kurmanciyê li sê şaxan par vedike:

        Bohtî û Mehmedî û Silîvî
        Hin le’l û hinek ji zêr û zîvî (2)

Zaravayê Silîvî mijara nivîsek cuda ye ku ezê di nivîsek arizî de giliyê wê bikim.

Rojen Barnas

------------
(1) Hawar, hejmar 34, rûpel 4, sitûn 1, komek 4.; 15 Çiriya pêsîn 1941.
(2) Mem û Zîn, amadekirdin we perawêz niwîsînî Hejar, Weşanên Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Parîs-1989, malik 24 8.


Edîtor: Cahit Gemici Webmaster: Salih
Copyright © Silîvan 2005 . Hemû maf parastî ne