Ansîklopediya Îslamê (The Encyclopaedia of Islam) kurtedîroka Meyafarqînê ji b.z.69 heta p.z. 1980 bi bûyer û rûdanên girîng dide. Meyafarqîn li ku der e, di dîrokê de ji aliyê kîjan neteweyî ve bi çi navan hatiye binavkirin; ji Xelatê heta Sirûcê dema paytext bûna wê ya dewleta kurdan a pêşî ya dema îslamiyetê, geşbûna şaristaniyetê (medeniyetê) di dema kurtejiyana xanedaniya kurdên Eyûbî de, sêsed sal kavil mayina ji ber moxol û tirkmanan; rojhelatnasên ku hatine seredana wê û yên li serê nivîsîne, gişt di van çend rûpelan de ne.
Dûmahîk 