Sersal: Wek şahiyana gelêrî serê salê li ser saljimara dêra rojhilat (ortodoks/rûmî) di 13 ê meha yekî de ango 13 roj di pey saljimara dêra rojava (katolîk) de li Farqînê dihate pîrozkirin. Gava ji serê sala nû re du-sê roj diman, zarûk û sengele êvaran derî bi derî li malên di taxê digeriyan, sersala wan pîroz dikirin û sersala xwe distendin. Yek ji wan xwe dikir kalik yek jî cilê pîrejina li xwe dikir û ew dibû pîrik; kalik, pîrik û qefla wan li deriyê malek dixistin li gora daxwazî an rewşa wê malê ji van duayên jêrîn yek digotin.
Dûmahîk 