Dîlok û yên dawetê
Sala parî d’vê çaxê
Berf barî l’ gawirdaxê
Dilê mi’ d’ Eyşo hebû
Fato kete yataxê
* *
Yar, welle! Keçik e
Bîle, keçik e
Sola wê sor e
Panî b’boçik e
Xwar bûm ramîsim
Keçik piçûk e.
* *
HEY LA DÎNÊ

Hey la dînê, wey la dînê
Hey la dîn zalimê dînê
Bi ziyareta Bavodînê
B’Şêxelîla nav Farqînê
Temir bimre nakim şînê
Nakim şîn û baweşînê
* *
MERHEBA

Wey merheba! Yar merheba!
Ehlen! We sehlen merheba!
Li min kurk û li te ‘eba
Ehlen! We sehlen merheba!
Yar merheba şimikreşê
Şimkê derxe were hewşê
Were rûnê li ser merşê
Ez ramîsîm te keleşê
Yar merheba şimiksorê
Şimkê derxe were jorê
Ez ramîsim te porsorê

* *
YAR YARÊ

Yar yarê! Yarê!
Keç çûnê bêriya danê êvarê
Yar yarê! Yarê!
Şar hêşînokê!
Xemrevînokê1
Xortxapînoskê!

Carek me digotî hîva me wa ye
Ruyê esman da wayê xuya ye
Derdê min, kula min keçka keya ye
Carek me digotî hîva me zîz e
Ruyê esman de wayê dileyîze
Derdê min kula min keçka ezîz e
Carek me digotî hîva li bênderê
Sênî li desta, av da şêzerê
Derdê min kula min xwediya kemberê

* *
ZERIYÊ ASÊ

Ax lê lêlê zeriyê Asê
Te çev reşê, çav reqasê
Te por sorê, gerden gazê
Li mala Asa xwe dipirsim
Li ber himamê, pişt erasê
Ava himamê xaşandî
Pêlek sar û yek kelandî
Porê Asa min weşandî
Ax lê, lêlê zeriyê Asê!
* *

KINÊ

Ez ne kin im, ne dirêj im
Takrihana bejn davêjim
Bextê law ra kerr û gêj im
Ez ne kin im, ne kurtik im
Takrihana pel hûrik im
Bextê law ra ez rindik im
Lê lê kinê hûr î mûrî
Xamwerdeka gola kûr î
Bextê min ra tu bi mêr î

* *
ÇÛME MÛŞÊ

Çûme Mûşê wê b’ dar e
Lê d’çêrya berx û kar e
Zeryê em qewla deyn in
Li ber deryê muxtar e
Çûme Mûşê wê b’gez e
Lê d’çêrya berx û pez e
Zeryê em qewla deynin
Li ber deryê Çerkez e
Çûme Mûşê wê b’ bî ye
Lê d’çêrya kar û mî ye
Zeryê em qewla deynin
Li ber deryê Elî ye.
* *

XANÊ BEYAZÊ

Xanê beyazê, gulê gulyazê
De cîka deyne ez û te razên
Malê me danîne l’ gelîkî teng e,
Hespa girêdan li merwendî reng e
Zava dixwaze topek heftreng e
Bûka me derxin, li me dereng e
Malê me danîne l’ gelîkî kûr e
Hespa girêdan li merwendî hûr e
Zava dixwaze topek ferfûr e
Bûka me derxin rêka me dûr e.
Xanê beyazê, gulê gulyazê
De cîka deyne ez û te razên
* *

ÊMO

Êmo stêrka sibê yo
Şewqa xwe da dinê yo
Herçî destê me b’ hev xe
Dergevanê xêrê yo
Êmo stêrka mihbetê
Şewqa xwe da umetê
Herçî destê me b’ hev xe
Dergevanê cinetê
* *

ŞIMLO

Wey Şimlo, Şimlo, Şimlo
Mala bavê Şimlanê
Hê b’ Şimlo, Şimlo, Şimlo
Heyla li te konik wêranê!
Bayê geliya diguvguvî
Şara Şimlo dibişkifî
Sînga zer diaxifî
Pira Eskîfê bi hestî
Lengerê di navê şikestî
Di ser ra çû,
Di ber ra hat keçika bi xwestî
Pira Eskîfê bi dar e
Lengerê di navê xwar e
Di ser ra çû,
Di ber ra hat keçika bi yar e
* *

TE LI KUR DIBÎNIM
TE LI KUR NABÎNIM


Te li kur dibînim, te li kur nabînim
Mêrkê te bimre, te j’ xwe ra bînim
Me li wî alî avê kelek danîne
Berbûrî hatin xêlî nanîne
Çavên reşbelek ji xewka vemrî ne
Me li wî alî avê kelek li best e
Berbûrî hatin xêlî li dest e
Çavê reşbelek ji xewka dişkeste
* *
HOLÊ

Ne hol im, ne holvan im
Ez xwişka heft biran im
Dergistya Elîxan im
Qîza mîrê Weysika
Kevoka l’ser qeysika
Ramîsanek bide min
Gune l’ sitiyê qîzika
Qîza mîrê Sûsayê
Kevoka l’ devê çayê
Kuda diçim ew nayê
Pê ra ketime belayê
Qîza mîrê Ferhendê
Kevoka l’ serê bendê
Wer em herne govendê
* *

WEY ZERÎ

Wey zerî! zerî! zerî!
Tu x’ me de hêşya derî
Mecdiya çerde-serî
Tu b’ zêran beranber î
Em yek in, zerî yek in
Dorê baxça b’ genek in
Keç hene; law b’henek in.
Em dido ne, zerî dido ne
Dorê baxça b’ gezo ne
Keç hene; law navno ne
Em sisê ne, zerî sisê ne
Dorê baxça bi hirmê ne
Keç hene; law çi çê ne
Em çar in, zerî çar in
Dorê baxça b’hinar in
Keç hene; law çi har in
Em pênc in, zerî pênc in
Dorê baxça bi sênc in
Keç hene; law çi gênc in
Em şeş in, zerî şeş in
Dorê baxça b’ zebeş in
Keç hene; law çi geş in.
* *

GOVEND RANABE

Ber çem, ber çem diçûme
Benîştê xwe dicûme
Rastî yara xwe bûme
Yar kenî pê şa bûme
Min dî li gir fetilî
Eynik danî xemilî
Xwezî m’ gewra xwe bidya
Li ser kewna ewilî
Lê lê, lê lê, lê Xecê
Pişta xwe b’de derencê
Ramîsanek bide min
Bavê te here hecê
Ha di cî da, di cî da
Mala apê hecî da
Di quncikê tarî da
Bin lihêfa spî da
* *

EREBO

-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


- Mor li yekî
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê
-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li diduya
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê
-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li sisya
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê
-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li çara
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê
-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li pênca
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li şeşa
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li hefta
Heftê me, heftê erda
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, Xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li heşta
Heştê me, heştê erşa
Heftê me, heftê erda
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, Xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li neha
Nehê me, hemlê jina
Heştê me, heştê erşa
Heftê me, heftê erda
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li deha
Dehê me, hemlê deva
Nehê me, hemlê jina
Heştê me, heştê erşa
Heftê me, heftê erda
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekî me, yekî Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li yazda
Yazdê me, mehek pê ma
Dehê me, hemlê deva
Nehê me, hemlê jina
Heştê me, heştê erşa
Heftê me, heftê erda
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekê me, yekê Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê


-Erebo yar erebo!
Erebo mor li çenda?


-Mor li dozda
Dozdê me, salek temam
Yazdê me, mehek pê ma
Dehê me, hemlê deva
Nehê me, hemlê jina
Heştê me, heştê erşa
Heftê me, heftê erda
Şeşê me, nîvsal temam
Pêncê me, şertê Xweda
Çarê me, çar barîgan
Sisyê me, sê meh payîz
Diduyê me, du zulfîqar
Yekê me, yekê Xweda
Xweda, xwedanê murwetê
Zarno werin vê dawetê
----


Ev helbest wek strana li ber dawetê ji aliyê zariyên mala hecî Huseyin û hecî Tewfîqê Ferhendî; bi taybetî ji aliyê Dawid, Mihemed Emîn, Îsmet, Evdilxaliq û Elîcan ve dihate gotin. Jê nîvî di bîra min de bû, nîvê mayî ku min pê nedizanî Cahîd, redaktorê vê sîteyê lê temam kir. Her bi şadiya cawîdan bin.
Taybetiya vê helbestê wekî ku ders bide feqiyan (guhdaran) ji yekî heta dawiyê hin tiştan bi meriv dide hînkirin.
Yek: yekîtiya Xwedê; dido: dudeviya zulfîqarê hz. Elî; sisê: sê mehên payîzê; çar barîgan; çar mewsimên salê bihar, havîn, payîz, zivistan; pênc: şertên îslamê; şeş: nîvsal; heft: heft tebeqên binê erdê; heşt: heşt tebeqên esmanan; neh: neh mehên dayikiyê ya ducanî bûnê; deh: deh mehên avisiya devan (heştiran). Xwedanê murwetê: xwedanê qencî, camêrî û xweşiyê.


Çavkanî :