| În, 29 tebax 2008 | Hûn bi xêr hatin malpera Silîvan |
![]() |
DÎROK ZIMAN EDEBIYAT JIYANA CIVAKÎ CEJN Û ŞAHÎ AVASAZÎ ABORÎ XWENDIN REWŞENBÎRÎ MUHTEREM ![]() DÎN Û BAWERÎ PIRTÛKNASÎ STRANÊN FARQÎNÊ ŞI'R ZEMBÎLFROŞ ![]() FOTO SPOR |
Çap bike 
| Muhterem BİÇİMLİ |
Ji heval û dost ên wî yên qedirşînas ku bûn wesîla bîranîna bavêmın ya sîsalîya wî re spasdarim.Min wisa fehm kirîye ku ewê tu caran neyê jibîrkirin. Yên ku min ji wan bıhîstîye dibêjın ku şoreşgêrek wekî wî zor bê wên dinê. Ji ber ku min wî gelek hındık dîtîye. Ez bi tenê wî ji heval û dostên wî dibihîzim.
Romedî Bîçîmlî
Dûmahîk
Ez keça Muhterem BİÇİMLİ ya herî bê şans, ya dawî ku di sala 1977an de hatiye dinê, Tevger im. Dema bavê min çûye ser dilovaniya xwe ez yek salî bûme, ezê karibim di heqê wî de çi bêjim ?
Tevger Biçimlî
Dûmahîk
Di serîda yên kû keda wan di vê organîzasyonê de derbas dibe, silav û rêz. Yên kû wê beşdarê bîranîna bavê min bibin, ji hemûyanre silav û hurmet. Ji mamoste apê Mihemed (Rojen Barnas) re gelek spas. Spas apo, ji ber kû min jîyana bavê xwe binivisanda, minê wek te bi rêk û pêk nenivîsanda.
Laleş Biçimli
Dûmahîk
Di 21 Hezîrana 1978 de hevalê dilsoz, dostê biwefa, şoreşgerê doza kurdperwerî û Kurdistanparêziyê Muhterem Biçimli bi qezayek trafîkê li ser riya El-ezîzê li qerexê gola Sîvrîceyê mir.
Mehmet Gemici (Rojen Barnas)
Hezîran, 2008

Muhterem mir. Îcar rast e, sed mixabin ! Ne wekî sala 1971an ku rojnameyên bûrjûwaziya Tirk, wekî "Hurriyet" û "Milliyet", bi fîta MITê kuştina wî û çar hevalên wî di rûpelên xwe yên pêşîn de bi manşetên gir mizgîn didan ! "Barzanî pênc Kurd parêz û kommunîstên har da kuştin !". Îcar, ew bi rastî jî nav me çû, me terikand.
Tebax 1978,
Kendal Nezan

10.06.2008 Ziya Avci
Dûmahîk
Dozgerê Kurdistanê ;
mirovekî rêzgir, mêrxas, dilovan, qedirzane, dilsoz, rast, dost, wefadar…
Îbrahîm GÜÇLÜ
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Muhterem Biçîmlî di nava kurdperwerên sereke yê Farqînê de bû. Bêguman ew tenê ne mihterem, her weha jî nefsbiçûk, bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin, mêrxasekî bêtirs, şervanê doza xwe, estvekirî û camêr bû.
M. Şefîq ÖNCÜ
shefikoncu@hotmail.com

Diyarbekir. Berî nîvro, rojek ji rojên germa hezîranê. Min hay jê nîne, lê diyar e 21-ê mehê ye. Ez li Parka Dîlanê rûniştî me. Ji nişka ve çavê min bi hevalekî farqînî dikeve ku ji wê de ber bi min ve tê. Em hevalên hev ê partiyekê ne.
21/6/2008, Mûrad CIWAN
Dûmahîk
Kek Muhterem Bîçîmlî lehengê xortaniya min e. Ji bo min îdolek bû
Cara yekem dema min kek Muhterem dît ez 14 an 15 salî bûm. Hîn min mesafa navbera zaroktiyê û xortaniyê temam nekeribû, bi silavdayina mezinekî bextiyar dibûm, hîssên ku ez mezin bûme di dilên min de pêl didan. Wek her xortek ku di wê temenê de huviyeta xwe digeriyam, bêjeyên ”Kurd” û ”Kurdistan”, ”demokrasî” û ”sosyalîzm”, ”bindestî” û ”serdestî” dihat gohê min, lê hîn di mêjiyên mi de kategorîze nebûbûn.
Mumtaz Nimet Aydin
Dûmahîk




Webmaster: Salih 