Di salên dora 1949-1952 de Farqîn bajarek gelek piçûk bû. Gelheya (nufûs) wê ya ku di 1891 de 7000 bû, di 1945 de daketibû ser 2155 (*). Li wê gorê jî yekîneyên (unite) aboriyê herçend zengîn bûn jî bi hejmarî hindik bûn. Salên 1949-1957 salên gelek rengîn ên aboriyê yên Farqînê ne. Mirina hin yekîneyên pîşekariyê, zayîn û geşbûna hin şaxên bazirganî û aboriyê di van salan de çêbûn. Pîşekarên wek goşkar û qonderecî bi mirina van pîşeyan an derbasî şaxek bazirganiyê bûn an jî di dewsa xwe de man lê berebere bûn pînedûzên(pîneçî) belengaz. Bêguman ez ne aborînas im ku li vê derê bikevim nav bişaftin(analîz) û pêkvedanînên(sentez) bûyerên aborî yên wan salan, lê wek yek ji dîtiyên wê demê dikarim wan rûdanan pêşberî we bikim.
Dûmahîk 